Nûçeyên Iraqê

Hêzên Sûriya Demokrat erdê ji destên DAIŞ li Reqayê bi dest dixin

Hêzên Sûriya Demokrat (QSD) erd ji destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li kolanên Reqayê roja Çarşemê (7ê Hezêranê) bi dest xistin, AFP ragihand.

Hevbendîya opozîsyona kurdî-erbî heft meh di bêşveçûna di bajar de derbas kirine, ya ku bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî, û dawî roja Sêşemê êrîşî devera rojavayê Mişlibê li bajar kir.

Roja Çarşemê zû, wan tax û keliha Herqal li rojavayê bajar xistin jêr destên xwe, fermandarîya Operesyona Xezeba Feratê got.

Kelih li ser girekî ye ku dora du sed mitran dûrî sînorên bajar e.

Şer bi awayekî dijwar li komavahiyeke serbazî ya ku du sed kîlometran dikeve bakurê bajar diqewimî, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rewangehê got ku hevpeymanîyê êrîşên bi bombebarandinê giran dest pê kirine daku piştgirîya pêşveçûna QSD bike.

Dor 300,000 kesên sivîl li jêr hukmê DAIŞ li Reqayê dijîn, di nav wan de 80,000 kesên bêwar ji deverine din ji Sûrîyeyê.

Lê bi hezaran di van mehên dawî de reviyane, ofîsa NY di derbarê karûbarên mirovî de roja Sêşemê got ku dora 160,000 kes li bajar mane.

Berdevkî wê yê herêmî Dêvid Swanson got ku bêtir ji 100,000 kesî dibe ku di hundirê bajar de di dema êrîşê de "dorpîçkirî bimînin".

Komîteya Xelasê ya Navdewletî got ku ew "bi awayek kûr bi ewlekarîya kesên sivîl ên li Reqayê mijûl in" piştî ku hejmara kesên ku ji bajar direvin di vê hefteya borî de kêm bûye.

Dibe ku ev kêmbûn nişan bide ku DAIŞ nêt dike ku wan kesên sivîl ên li bajar mane weke "mertalên zindî" bikar bîne, girûpa alîkarîyê hişyarî da.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500