Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Nederketina bi şevê li bajarê Reqayê tê pêkanîn

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ofîsa Têkilîyên Giştî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk civînekê bi şandeyeke êlên Reqayê re li dar dixe bo giftûgokirina rewşê û ewlehîyê li bajar. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Ofîsa Têkilîyên Giştî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk civînekê bi şandeyeke êlên Reqayê re li dar dixe bo giftûgokirina rewşê û ewlehîyê li bajar. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Weke bersiv li ser gefa derbasbûna bi dizî ya tundrewan, Hêzên ewlekarîyê li Reqayê nederketina bi şevê bo du rojan ferz kirin li bajarê dikeve bakurê Sûrîyayê, ji sibeha (24ê Hezîranê) deat pê kiriye û demjimêr pêncê sibeha roja Sêşemê bi dawî bibe.

Hêzên ewlekarîyê gotin ku wan nederketina bi şevê ferz kir piştî wan agahîyên istixbaratî wergirtin ku komên tundrew ên bi "Dewleta Îslamî" re kar dikin plan dikin ku bi dizî derbasî bajar bibin û êrîşan cîbicî bikin.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) teqez kir ku ew piştgirîya Hêzên Ewlekarîyê dike di vê operasyona domdar de, operasyona ku berê hejmarek ji tekekesên ku destên wan di kiryarên terorî de hene girtine.

Herwiha hejmareke veşargehên çek û teqemenîyan jî hatin kifşkirin.

Bazareke li gundewarê Reqayê, cihê ku êdî çalakîya bazirganî lê vegeriyaye di serdema piştî-DAIŞê de. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Bazareke li gundewarê Reqayê, cihê ku êdî çalakîya bazirganî lê vegeriyaye di serdema piştî-DAIŞê de. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

"Biryara ferzkirina nederketina bi şevê li Reqayê hat piştî şêwrên gelek di navbera Hêzên Ewlekarîyê li bajar, QSD û encumena sivîl ya Reqayê de," berdevkî QSD Mistefa Balî ji Diyarunare got.

Wî got ku nederketina bi şevê hat ferzkirin bo parastina jîyana niştecîyan di operasyonê de, operasyona hat destpêkirin bo dîtina veşargehên ji alîyê DAIŞê û kesên girêdayî wê ve tên bikaranîn.

Wî got ku operasyona ewlekarî êvara Şemîyê dest pê kir, hema bibêje ku di heman dema ku nederketina bi şevê hat îlankirin de.

Balî got ku piştî çend saetan ji operasyonê, encamên baş hatin bidestxistin.

Wî eşkere kir ku dest hatiye danîn ser belge û delîlin din ên teqez dikin ku hin tekekes destên wan di kiryarên terorîde hene, û anî ziman ku encamên operasyonê dê di daxuyanîyeke fermî de werin eşkerekirin piştî werin bidawîkirin.

Bicihbûyûna bi himbizî

QSD û Hêzên Ewlekarîyê hemû dergehên ber bi bajar qabat kirine û ew bi awayekî himbiz li hemû taxan belav bûne paralîl ligel operasyonên pakkirinê yên li dar, Balî wiha got.

Wî da zanîn ku pêngav şanên razayî dike armanc, şaneyên ku vê dawîyê gelek teqîn cîbicî kirin û gule avêtin sivîlan, hêzên ewlekarîyê û QSD.

Roja Înê, DAIŞê êrîşa xwe ya yekemîn li Reqayê angaşt kir ji çaxa ku di Cotmeha borî de ew hat derkirin, wê di kenaleke medayayê ya propegandayê îlan kir ku wê bombeyek li qeraxa rê teqand li bakurê rojhilatê bajar, AFP ragihand.

Herwiha şervanekî QSD di 15ê Hezîranê de li xaleke pêşkinînê li bakurê Reqayê hat kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov jî got ku ew êrîşeke DAIŞê bû.

Di destpêka vê mehê de, pênc zabitên polîs ên girêdayî QSD di teqînekê de li ser qeraxa rê hatin kuştin, dema ku wan pasîvanîyeke rotînî li bajarê Reqayê pêk tanî.

DAIŞê perpirsyarîya her du bûyeran jî negirtiye xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500