Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî deverne nû li Mûsilê rizgar dikin

Îro Sêşemê (9ê Gulanê) hêzên Îraqî bêtir ber bi rojavayê Mûsilê ve diçin, deverne nû ji "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) rizgar dikin, Fermandariya Operesyonên Nînewayê got.

"Hêzên Îraqî yên hevbeş herêma devera Sinaî, Sayid Xanim, û beşin ji devera Tamûza 30mîn rizgar kirin û alaya Îraqî li ser wan hildan piştî wan gelek xisarên madî û mirovan di nav refên DAIŞê de peyda kirin,"Fermandarê operasyonên Nînewayê ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yarela di daxuyanîyekê de got.

"Hêzên çekdar ên Îraqî, her diçe bipêşve diçin û sûdê ji herifîna çeteyên DAIŞ werdigrin," wî got, wî anî ser ziman ku tekoşîn berdewam in ji bo ku sivîlan derxin û li deverên şer alîkarîyê bi wan re bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500