Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 10 milîtanên DAIŞê di şikeftekê de li Mûsilê dikujin

Xalid Taî

Hêzên operasyonên taybet ên fermandarîya polîsê Nînewayê êrîş birin ser şikefteke ku ji hêla endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) weke veşartgehekê dihat bikaranîn li başûrê Mûsilê di 5ê Tebaxê de. [Wêne ji fermandarîya polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Hêzên operasyonên taybet ên fermandarîya polîsê Nînewayê êrîş birin ser şikefteke ku ji hêla endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) weke veşartgehekê dihat bikaranîn li başûrê Mûsilê di 5ê Tebaxê de. [Wêne ji fermandarîya polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî 10 endamên (DAIŞê) kuştin, ên ku di şikeftekê de li başûrê Mûsilê xwe vedişartin, fermandarîya polîsê Nînewayê îroj Duşemê (27ê Tebaxê) ragihand.

"Hêzeke operasyonên taybet ji firqeya 1ê ya bersivdayîna lezgîn (SWAT) roja Şemîyê êrîşeke nişkayî bir ser veşartgeheke DAIŞê li Şorayê li başûrê Mûsilê, li devera Mexirê," birêveberê medyaya polîsê Nînewayê muqedem Mazin Ehmedî got.

"Êrîşê şikefteke xwezayî bi dirêjahîya heft kîlometreyî armanc kiribû, ku gelek endamên DAIŞê yên ku ji rêkarên ewlehîyê revîyabûn hatin dorpêçkirin," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku "terorîst payîn dikirin ku ew ewle ne û tu kes nikare wan biibîne li wê devera dûr û paşguhkirî". "Lê belê çavkanîyên me yên hewalgirî dikarîbûn wan bişopînin, veşartgeha wan kifş bikin û wan di operasyoneke astbilind de armanc bikin bi piştevanîya balefirên hevpeymanîya navdewletî."

Piştî êrîşê, hêzên ewlekarîyê şikeft malaştin daku teqez bibin ku tu milîtanên din, çek an teqemenî di hundir de nemane. Paşê rêyên ku diçin şikeftê girtin daku rê li ber xweveşartina endamên zêdetir ên DAIŞê bigirin.

Operasyon beşek ji "xebatên ewarte ye" ji hêla fermandarîya polîsê bo têkbirina paşmahîyên DAIŞê ên hewl didin ku xwe ji hêzên ewlekarîyê û ajansên hewalgirîyê veşêrin li Nînewayê, Ehmedî anî ziman.

"Xebatên me berdewam in, û heta em paşmahîyên DAIŞê û şanên razayî wêran neken em ranawestin," wî ragihand.

Polîsê Nînewayê roja Şemîyê pênc endamên DAIŞê girtin ku xwe di nava sivîlan de vedişartin piştî êrîşbirna li ser veşartgehên wan li taxên Tesîn û Darkezliyayê li rojhilatê Mûsilê.

Kesên girtî, yên fermanên sekinandinê derheqê wan de derketibûn ji ber tawanên girêdayî terorê, di nava "hesba" DAIŞê de (polîsê şerîetê) û ofîsên "ewlekarîyê" de dixebitîn di dema kontrola rêxistinê ji Mûsilê re.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê me bi ser bixe li dijî DAIŞa kirêt û hemû kesên piştgirîya wê dikin! Sipas bo qehremanên me yên di hêzên ewlekarîyê de. Tu rehmê li wan nekin.

BERSIV BIDE

Serkeftinê ji we re dixwazim

BERSIV BIDE