Du serkêşên bilind ên rêxistina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) di operasyonekê de li navenda Bajarê Kevnar yê Mûsilê hatin kuştin, Fermandariya Hêzên Hevbeş yên Iraqî roja Sêşemê (2ê Gulanê) ragihand.
"Hêzên Iraqî pêşketineke mezintir di kolan û sikakên Bajarê Kevnar de pêk anî bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî û hêza asmanî ya Iraqî," peyvdarê fermandariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.
Operasyonanan 18 endamên DAIŞ kuştin, di nav wan kesê berpirs ji mûçeyên endamê rêxistinê, Ebû Eyûb Cibûrî, û kesekî îdarî yê payebilind yê din, bi navê Ebû Ebdulah Naqil hebûn, wî got.
Devereke ku rûbera wê kîlometreke di operasyona Sêşemê de hate vegerandin, wî got, da zanîn jî ku wesayîtên DAIŞ hatin şewtandin û çendîn çek hatin desteserkirin piştî ku çekdarên mayî ji şer û pevçûnên li hember hêzên Iraqî reviyan.
Kêfa min ji vê malperê re tê, ji ber ku gelekî bisûd e.
BERSIV BIDE1 KOMÊNT