Nûçeyên Iraqê

Artêşa Pasdaran: Îran piştgirîkirina serbazî bo rejîma Sûrî dewam dike

Îran tevî mirina bi sedên şêwirmend û xwebexşên wê di şerê şeş-salî yê Sûrî de dê piştgirîkirina xwe ji hukmeta Sûrî re dewam dike, fermandarekî di komentên ku roja Sêşemê (2ê Gulanê) belav hatin weşandin got, li gorî AFP.

Îran û hevbenda wê ya Lubnanî Hizbula ji alîgirên rejîma Sûrî yên herên girîng in.

"Em dê şêwirmendên hemû waran bişînin û hemû corên alîkariyê pêşkêş bikin daku hêla berxwedaniyê neşike," fermandarê hêzên bejayî yê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, ferîq ewel Muhemed Pakpûr, ji ajansa Nûçeyên Fars re got.

"Ew niha li wir in û kengî ku pêwîstî bi piştgiriya şêwirmendan hebe em dê hejmarên zêdetir li wir bicih bikin," wî got.

Pakpûr got ku şêwirmendên hêzên bejayî yên Pasdaran, di nav de Yekîneya Hêzên Taybet ya Sabirîn, ligel şêwermendên ji Hêza Qudsa Pasdaran, şaxê operasyonên derve, kar dikin.

Ferîq ewel Elî Ebdula Eyûb roja Sêşemê li Teharanê bû bo pêkanîna gotûbêjan.

Di civîna wî de ligel Wezîrê Berevaniyê Hisên Dehxan, Eyûb got ku Sûriyê "deyndara piştgiriya Îranê ye", malpera SepahNews ya Pasdaran ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500