Nûçeyên Iraqê

Opozîsyona Sûrî û Hevpeymanî êrîşeke DAIŞê vala derdixin

Şervanên opozîsyona Sûrî rê li ber êrîşeke girîng a "Dewleta Islamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) li ser bingeha wan ya nêzîkî sînorî Urdinî roja Şemiyê (8ê Nîsanê) girt, AFP ragihand.

Hevpeymaniya navdewletî got ku êrîşa li ser Serbazgeha Tanfê yeke aloz bû û tê de otombîleke bi teqemeniyên pêşxistî barkirî hatibû bikaranîn, piştre êrîşeke bejahî bi êlekên xwekujî ji aliyê 30 şervanên DAIŞ ve hatibû pêkanîn.

"Hevpeymanî û hêzên hevbeş berevanî li dijî êrîşa DAIŞ bi agirê dîrekt kirin berî ku bi gelek êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê erebeyên dijmin birûxênin û şervanên mayî bikujin," hevpeymaniyê di daxuyaniyekê de got.

Hêzên "bijartî" opoîsyona Sûrî, bi VSO jî tên naskirin, ku di şer de beşdar bûn ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) cuda ne, QSD alîkariya Sûriyê li bakur dikin.

"Li başûrê Sûriyê, hêzên VSO giraniyê didin pêkanîna operasyonên ji bo paqijkirina çola Hemad ji DAIŞ û ew li dijî gefa DAIŞ li başûrê Sûriyê başûr alîkar bûn û ewlehiyê li seranserê sînorê Sûrî-Urdinî diparêzin,"daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500