Nûçeyên Iraqê

Êrîşa DAIŞ 32 kesan li kampeke penaberan li Sûrîyê dikuje

Herî kêm 38 kes îro Sêşemê (2ê Gulanê) di êrîşeke "Dewleta Îslamî"( DAIŞ) de li nêzîkî kampeke peneberan hatine kuştin li alîyê Sûrî ji sînorê bi Îraqê re, AFP ragihand.

Êrîş careke din wekî êrîşeke DAIŞ ya nişka ve hat ku roja Sêşemê 10 leşker li Îraqê kuştin, heta bi başûr bi dirêjahiya sînor.

Êrîşa DAIŞ a bi berbangê re li bakur-rojhilatê Sûrîyê li kampeke demkî xist, cihê ku 300 malbat tê de çaverê dikirin ku derbasî devera li jêr destên Hêzên Sûrya Demokrat (QSD) bibin li parêzgeha Hesekê.

"Herî kêm pênc êrîşkarên kujêner li derve û hundirê kampeke penaberên Îraqî û awareyên Sûrî li parêzgeha Hesekê xwe teqandin," Ramî Ebdul Rehman, birêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirov.

Pevçûnên giran di navbera şervanên DAIŞ û QSD de dest pê kirin, hinek ji şervanên ji kesên mirî bûn, Ebdul Rehman got.

Kampa demkî li devera Recim el-Selîbê ye di xaka Sûrî de, herî kêm 23 kes ji yên mirî awareyên Sûrî yan jî penaberên Îraqî bûn, Rewangehê got.

"Herî kêm 30 kes birîndar bûbûn û dibe ku hejmara mirîyan bilind bibe ji ber hinek kes di rewşeke dijwar de ne û hineke din jî hîn nehatine hejmartin," Rewangehê got.

Êrîşa DAIŞ a din agir vekir ser bingeheke artêşê li nêzî molgeha Rutbayê ya li nêzîk, nêzî sînorê rojavayî yê welat bi Sûrîyê û Urdinê re.

Muqedemekî artêşa Îraqî ji AFP re got ku şervanên DAIŞ hawin û rokêt barandin ser bingeha Firqeya yekem li devera Secarê, berî hewl bidin ku êrîşî wê bikin.

Diyar e ku DAIŞ hewl dide ku bi dizî berevanîya Rutbayê derbas bike, ew bajarokê mezin ê dawî ye li ser rêya ji Bedadê heta bi sînorê Urdinî, herwiha dixwaze guhertinan çêbike ji bo zextê li ser şervanên xwe li Mûsilê sivik bike, berpirsên serbazî gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500