Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî êrîşa bi du otombîlên bombebarkirî ya li ser sînorê Sûriyê betal kir

Hêzên Îraqî roja Şemiyê (9ê Nîsanê) êrîşek bi dû otombîlên bombebarkirî ku ji aliyê "Dewleta Islamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) ve li ser dergehekî sînor bi Sûriyê re hate pêk anîn betal kir, AFP ragihand.

"Êrîş ji biyabanê ve li aliyê Îraqî yê sînor hat destpêkirin," afserekî serbazî yê bilind, ji firqeyeke artêşê ya ku li Rutbayê, bajarokê herî nezîk, bi cî bûye, got.

Êrîş li ser dergehê Welîd, yê ku 515 kîlometran li rojavayê Bexdadê dikeve hatibû kirin, demeke kin piştî nîvê şevê.

"Êrîş ji aliyê hêzên eşîrên ku kontrola dergeh dikin rê lê hate girtin bi piştgiriya asmanî ya hevpeymaniya navdewletî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500