Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî taxeke girîng li Mûsilê vedigerînin

Hêzên Iraqî, bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî, roja Pêncşemê (6ê Nîsanê) taxa Yermûk 2 ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirin, fermandarekî serbazî yê bilind ê Iraqî got.

"Taxa rizgarbûyî xaleke stratijî ya girîng e ku dê bihêle hêzên Iraqî bi lez pêş bikevin ber bi taxên din ên li rojavayê Mûsilê ve," Fermandarê Operasyonên Nînewa ferîq Ebdilemîr Reşîd Yarela ji Diyaruna re got.

"DAIŞ rastî ziyanên giran hat beriya ku çekdarên wê ji taxê birevin," wî got, da zanîn jî ku operasyonên lêgerîn û maliştinê ji bo paqijkirina deverê û peydakirina alîkariyê ji niştecihan re pêk tên.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500