Artêşa Îraqî û Hêzên Ajansa Dijî Terorê molgehên çekdar ên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li rojavayê Mûsilê şikandin piştî pevçûnên dijwar ên ku îroj Duşemê (3yê Nîsanê) dest pê kirin, Fermandariya Operasyonên hevbeş a Îraqê got.
"Şeş asêgehên çekdar hatine tesfiyekirin û bêtir ji 40 terorîstan di şerên ku îro dest pê kirin hatin kuştin dema ku hêzên me çûne taxên Yermûk û Metahin ji bo wan bi awayekî temam ji terorîstan pak bikin," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.
Di operesyonan de dest ser çek û alavên corecor hatibû danîn, û herwiha belgeyên ku li cihên DAIŞ hatibûn dîtin, wî got.