Nûçeyên Iraqê

Operasyoneke ewlehî serkêşekî DAIŞê dikuje li biyabana Enbarê

Serkêşekî payeblind ê "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) li parêzgeha Enbarê hat kuştin di operasyoneke hevbeş a polîs û artêşê de îroj Pêncşemê (5ê Tîrmehê), Fermandarîya Operasyonên Enbarê ragihand.

"Pevçûnan sibeha Pêncşemê bi komeke terorîstan re li Wadî Ebyed li biyabana Enbarê dest pê kir " fermandar lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Çar çekdar, di nav de terorîstekî xuyayî yê DAIŞê bi navê Necim Ebûd, herwiha bi navê Ebû Nasir tê naskirin, di pevçûnan de hatin kuştin," wî got.

Depoyeke jêrzemînî hat vedîtin di operasyonê de, ku çek, teqemenî û pereyên bi diravên biyanî, û alavên pêwendîkirinê yên asmanî dihundirandin.

"Depo bi temamî hat wêrankirin, û operasyonek hat destpêkirin li deverê bo lêgerîna li terorîstên din," Felahî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500