Nûçeyên Iraqê

Koalisyona Erebî-Kurdî rê li ber êrîşa li ser bendava di destê DAIŞ de digire daku tamîr bike

Koalisyoneke opozîsyonê ya Erebî-Kurdî roja Duşemê (27ê Adar) êrîşeka li ser bendaveke sereke ya di destê "Dewleta Islamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) de rawestand daku derfetê bide grûpeke teknîkî ku derbasî kompleksê bibe, AFP ragihand.

Tirs li ser selametiya bendava li jêr destê DAIŞê hene piştî ku şerê li wê derê hişt ku bendav derveyî xizmetê be roja Yekşemê, piştî ku hişyariyeka berê ji aliyê NY ve ku herifîna wê dê "karesat" be.

Bi piştgiriya asmanî ji alîyê koalisyonê ve, Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) şer dikin daku bajarokê Tebqa û bendava nêzîk a li ser çemê Feratê dorpêç bikin, wekî beşekî ji şerê wan li ser asêgeha grûpê li Reqaya nêzîk.

Tîma teknîkî "dê asta zirarê binirxîne û çi tê xwestin ew dê tamîr bike daku bendav ji nû ve bi karê xwe rabe", jêderekê li bendavê got.

Derengiya roja Duşemê, QSD bingeha asmanî ya Tebqayê dorpêç kir û ji bakur ve ber bi bajarok ve guvaş kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500