Nûçeyên Iraqê

Endazyar derbasî beşinan ji bendaveke Sûrî ya li jêr destê DAIş dibin

Dihate pêşbînkirin ku endazyarên Sûrî sazkirineke bilez ji bendava herî mezin li welat îro Çarşembê (29ê Adarê) bikin, cihê ku Hêzên Sûriyaya Demokrat (QSD) şerê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dikin, bendava ku hîn piraniya wê li jêr kontrola DAIŞ ye, AFP ragihand.

Di karê sazkirinê de, yê ku pêdiviya wî bi vekirina korîdorekî heye daku zexta avê li ser bendavê sivik bikin, dê ji endazyaran were xwestin ku derbasî deverên li jêr destê DAIŞ bibin, pisporekî teknîkî yê di hindurê komavahiya bendavê de got.

Şerê di navbera QSD û DAIŞ de dihêle ku tirsê li ser selameta Bendava Tebqayê hebe, bendava ku depoyeke mazin a dibe ku bibe sedema lehiyeke kambax eger ew biteqe himbêz dike.

Pisporê teknîkî di hundirê rêveberiya bendavê de got ku bilindbûna asta avê di van rojên dawî de hişt ku av bide ser hinek amûran ên li deverên nizm ji bendavê.

"Ji ber ev sê roj in li dûv hev bendav nayê bikaranîn, amûrên teknîkî li cihên nizm ji bendavê li jêr avê ne," pisporê teknîkî got. Bilindbûna asta depoya avê wateyê dide ku divê korîdorek were vekirin da av biherike û komî ser hev nebe ji ber ev yek dê gefeke mezin be li ser bendavê".

Pisporê teknikî û Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov gotin ku odeya sereke ya kontrolkirina bendavê hatibû hilweşandin.

Pisporê teknîkî got ku endazyar gihane deverên jêr kontrola QSD û ew dê hewl bidin ku derbasî bendavê bibin û sazkirina pêwîst çendî bilez ew bikaribin ew dê bikin, eger destûr ji wan re bê dayîn".

QSD roja Duşemê şer çar saetan rawestand ji bo destûrê bide pisporên teknîkî ku derbasî rêveberiya bendavê bibin û karên sazkirinê bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê alîkarê me û ew qedandina karûbaran e!

BERSIV BIDE