Nûçeyên Iraqê

NY daxwaza nêzîkî 5 milyar dolarî ji bo penaberên Sûriyê dike

Ajansên NY û komên alîkariyê roja sêşemê (24ê Kanûna Duyem) daxwaza 4.63 milyar dolarî di sala 2017 de ji bo alîkarîkirina Sûriyên ku ji ber şerê li welatê wan li welatên cîran bûn penaber, AFP ragihand.

Zêdetir ji 3.4 miliyon dolar tê xwestin li gorî texmînên ku NY di vê salê de ji bo 13.5 milyon kesî ku ew hîn jî li Sûriyê ne û bandora şer li ser wan heye.

"Penaberên sûriyê û civakên mêvandarbi aniha bêtir ji her demeke din hewcedarî piştgiriya me ne," Komîsyonerê Bilind ê NY bo Penaberan Filippo Grandi ji konferansa alîkariyên navdewletî re li Helsinkî got.

"Divê civaka navdewletî peyamek zelal ku tê de diyar bike ku bi wan re radweste bişîne û piştgiriya lezgîn a pêwîst pêşkêşbike," wî got.

Bangê, ku ji aliyê NY û 240 ajansên hevpar hatiye gazîkirin, tê gotin ji bo Plana Herêmî ya Penaberan û Xweguncandinê (3RP) jibo sala 2017 û 2018an.

qaseya 4.63 milyar dolarî ew pereyê ku ji sala 2017an re hatiye terxankirin. Budceya bo 2018 hîna jî nehatiye terxankirin.

Armanca bernameyê pêşkêşkirina alîkariya diravî û rêxistininî ye ji 4.7 milyon penaberan re ku ew li Tirkiyê, Libnan, Urdin, Iraq û Misrê dimênin.

Van welatan, yên ku ji ber şerê li Sûriyê rastî kêşeya penaberan hatine, têkoşînê dikin daku rê li ber dijwariyên pêla koçberiyê bigrin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500