Nûçeyên Iraqê

NY: 250,000 penaber dê vegerin Sûrîyayê di sala werê de

Dora çarîyeke milyonekî ji penaberên Sûrî dê vegerin welatê xwe di sala werê de, NY Sêşemê (11ê Kanûna Yekem) ragihand û banga piştgirîkirina bi milyonên ku hîna li welatên cîran in kir.

"Em texmîn dikin ... ku bêhtir ji 250,000 Sûrîyan di sala 2019an de vegerin malên xwe," Emîn Ewad, serokê ofîsa operasyonên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqyayê ya ajansa penabera ya NY, li Cinêvê ji nûçegihanan re ragihand.

"Ev hejmar dibe zêde bibe yan kêm bibe li gorî rewşê ... û rakirina astengên li ber vegerê," wî teqez kir.

Aniha dora 5.6 milyon penaberên Sûrî li herêmê hene, û dora miyonekî li penaberîyê jidayîk bûne, li gorî amarên UNHCR.

Ajansa penaberan a NY got ku 117,000 penaber vegerîyane Sûrîyayê ji 2015an ve, ku 37,000 ji wan vê salê vegerîyan.

"Ev vegerên rêxistinkirî, jixweber in, û ewle ne ... û teqez bi terefdarîya UNHCR in," Ewad dîyar kir.

Ajansa penaberan a NY, ligel ajansa geşepêdanê, di heman demê de bangewazîyek bo dabînkirina 5.5 milyar dolarî kirin bo alîkarîkirina xebatên niştîmanî di salên 2019 û 2020an de li Turkîya, Lubnann, Urdun, Misir û Îraqê bo berdewambûn di mêvandarîkirina bi milyonên Sûrîyên ku aniha nikarin vegerin malên xwe de.

"Pir girîng e ku civaka navdewletî alîkarîyê bike di çareserkirina rewşa penaberên Sûrî de û di dabînkirina alîkarîya girîng bo hikûmetên mêvandar de ... û di rahiştina vî barê pir giran de," Ewad got.

Bengewazîya Sêşemê bo alîkarîkirina 5.6 milyon penaberên Sûrî ye û herwiha bo alîkarîkirina 3.9 milyon kesên xizan ên komelgehên mêvandar e.

"Komelgehên li herêmê yên ku mêvandarîya penaberên Sûrî dikin pir mêvanperwerî û comerdî nîşan dane lê ew bi xwe jî di bin fişarê de ne," Mûrad Wehbê, serokê UNDP li welatên Erebî, di daxuyanîyekê de, ragihand

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500