Nûçeyên Iraqê

Polîsê Diyala şanên razayî yên DAIŞ têk dibe

Polîsê Iraqî kampanyayeke ewlekarî bo têkbirina şanên razayî yên "Dewleta Islamî li Iraq û ŞamêÎ" (DAIŞ) li rojhilatê Bequba destpê kir, polîsê Iraqî ên parêzgeha Diyala roja Pêncşemê (12ê Kanûna Duyem) got.

"Kampanyaya ewlekariyê deverên Neda, Eqîda, Mefariq û gundê Mendelî, 90 kîlometran dikeve rojhilatê Beqûba, li xwe digre," birêveberê polîsê Diyala lîwa Casim Saedî di daxuyaniyekê de got.

"Operasyon beşeke ji planên ewlekarî yên polîsê Diyala ne yên ji bo têkbirina şanên razayî û bidawîkirina hebûna wan li parêzgehê hatine dariştin," wî got.

Di saetên yekem ên operasyonê de dest li ser çek, teqemenî, û komên emoniyom netrat, ku ji bo çêkirina teqemeniyan tê bikaranîn, hat danîn, Saedî got.

"Gumanlêkiryek jî di operasyona berdwan de hat girtin," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500