Nûçeyên Iraqê

Fermandarekî bilind yê DAIŞ li bakurê-rojhilatê Iraqê hat kuştin

Fermadarekî bilind yên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li devera Mitêbêca li ser sînorê di navbera parêzgehên Diyala û Selahedînê de hate kuştin weke beşek ji operasyonên berdewam yên li deverê, fermandariya polêsê Diyala roja Pêncşemê (2ê Adarê) ragihand.

Birêveberê polîsê Diyala lîwa Casim Saedî di konfraseke rojnamevanî de ku televizyona dewletê ew zindî diweşand got ku heşt çekdarên din ên DAIŞ di wê operasyonê de hatine kuşin.

"Operasyon berdewam in, û em hêvî dikin ku em rizgarkirina temam ya deverê di çend rojên bên de rabighînin," wî da zanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500