Hêzên Iraqî êrîşeke "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku êvara roja Sêşemê (10ê Kanûna Duyem) dixwest armanca bajarê Kubeysa bike vala derxist, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Çarşemê got.
"Artêşê ligel piştgiriya êlan êrîşeke berfireh a ku DAIŞ li ser Kubeysa pêk anî vala derxist," fermanderê operasyonên Enbarê lîwa Ismaîl Mehelawî ji Diyaruna re got.
"Hêzên Iraqî ziyanên giran gihandin DAIŞ û herî kîm 30 terorîst hatin kuştin û hineke din jî birîndarbûn," wî got.
Êrîşkerên din reviyan, lê belê balafirên serbazî yên hevpeymaniya navdewletî pey wan çû û wesayitên wan kirin armanc û gelek ji wan jî kuştin, wî anî ziman.