Nûçeyên Iraqê

10 kes di êrîşa DAIŞ de ya bi hawinan li rojhilatê Mûsilê hatin kuştin

Deh sivîl hatin kuştin û 34 din jî birîndar bûn di êrîşeke bi hawinan "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) derengî roja Sêşemê (20ê Kanûna Yekem) li ser taxên rizgarbûyî li beşê rojhilatî yê Mûsilê pêk anî, fermandarekî serbazî yê Iraqî got.

"DAIŞ bi dehên hawinan avêtin taxên Gogcelî, Zuhûr û Musena di operasyonên kînewer li dijî niştecihên ku bi ahengan bixêrhatina hêzên ewlekariyê kirin," Fermandarê Operasyonên Nînewa Necmedîn Kerîm Cibûrî got.

"Piranya qurbaniyan jin û zarok in," wî got.

"Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî xwe tevlî kir daku bombebarankirinê rabiwestîne û wan karî ku jêderê agir li navenda Mûsilê bibînin û bêdeng bikin û hejmareke terorîstan bikujin," wî got.

Human Rights Watch got ku DAiŞ "bê cudahî" êrîşî niştecihên Mûsilê yên ku qebûl nekirin kuvekişin dema ku ew divekişiya kir, AFP roja Çarşemê ragihand.

"Niştecihan got ku çekdaran ji wan re bi şexsî, bi rêya radyoyê û bi makrofonên mizgeftan got ku ev ên li pişt mane "kafir in" û ji lewma armancên helal in tev hêzên Iraqî û hevpeymaniyê," rêxistina mafan got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500