Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî ber bi sînorên bajarê Mûsilê ve pêş dikevin

Diyaruna

Endamên Ajansa Dije Terorê ya Iraqî nêzîkî gundê Bezwaya, li rexê rojhilatê Mûsilê ne, û li Mûsilê teng dikin. [Bulent Kilic/AFP]

Endamên Ajansa Dije Terorê ya Iraqî nêzîkî gundê Bezwaya, li rexê rojhilatê Mûsilê ne, û li Mûsilê teng dikin. [Bulent Kilic/AFP]

Hêzên taybet ên Iraqî roja Duşemê (31ê Cotmehê) nêzîkî sînorên rojhilat ên Mûsilê bûn, li bajar teng dikin di demekê de ku êrîşa vegerandina asêgeha "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" derbsî hefteya sêyem bû.

Hêzên taybet ji Ajansa Dije-Terorê rastî topên hawinan hatin dema ku ji bajarokê Bertela yê Kiristiyanan ber bi taxên rojhilatê Mûsilê pêş diketin, AFP ragihand.

Di demekê de ku balafir ji dûr ve li cihekî DAIŞ ê gumanlêkirî bi avêtina hawinan dan, karwanek ji otombîlên Huemvî bi rêya deşteke zuha teqe li devereke pêşesazî ku di destê tundrewan de bû kir.

Muqedem Muntezir Şemerî got ku hêzên taybet Bezwaya vegerandin, ku yek ji du gundên di destê DAIŞê di navbera hêzên Iraqî û rexên rojhilatê Mûsilê de ye.

"Îşev, eger hemû tişt ewlekirî be, em dê 700 metran ji Mûsilê dûr bin," Şemerî got.

Hêzên taybet ji Ajansa Dije-Terorê derbasî gundê duyem, Gogjalî, bûne û şer dikin daku vegerînin, ferîq rukin Ebdulwehab Saedî, fermandarekî bilind ê Hêzên taybet ji Ajansa Dije-Terorê, bi rêya telefonê ji AFP re got.

Wî raportên ku dibêjin hêzên Iraqî derbasî devera Kerama -- nêzîkî 2.5 kêlometran ji Gojelî dûr-- bûne di nav Mûsilê bi xwe de red kirin.

Bi piştgiriya asmanî û bejayî ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve, bi dehên hezarên çekdarên Iraqî ji eniyên cuda berê xwe didin Mûsilê, di mezintirîn operasyona serbazî de li welatê ji beriya çend salan ve.

Li aliyên bakur û rojhilat ji Mûsilê, hêzên pêşmerge vê dawiyê çend gund girtin û cihên xwe asêtir kirin.

Li aliyê başûrê bajar, hêzên federal, bi piştgiriya yekîneyên bejayî yên hevpeymaniyê ku li bingeha derketinê ya sereke li Geyara bicih bûne, ber bi bakur ve pêş dikevin.

Erdekî berfireh li pêş wan e daku azad bikin û hîna hinekî dûrî sînorên başûrî yên Mûsilê ne.

Her dema ku qonaxa destpêkê bidawî were, tê çaverêkirin ku hêzên Iraqî Mûsilê dorpêç bikin, hewl bidin ku korîdorên ewle ji bêtirî milyonek sivîlên ku li wir mane re vekin, û derbasî bajar bibin daku şerê kolanan bi çekdarên DAIŞ re bikin.

Rêxistinên mirovî bi demê re şer dikin ji bo peydakirina cihên vehewandina awarebûna bikom a çaverêkirî ji bajar.

NY dibêje ku dibe di çend hefteyên bê de milyonek kes aware bibe.

Berî niha bêtirî 17,000 kes ji malên xwe reviyane ji destpêka operasyonê ve û Encumena Penaberan a Norwêcî got ku bi tenê 55,000 cihên din ên vehewandinê li kampan mane.

Jiyana piştî-"xîlafetê"

Li dehên gund û bajarokên belavbûyî li erdê ku di herdu hefteyên borî de ji DAIŞ hatine vegerandin, sivîl gelekî hêdî vedigerin jiyana bê "xîlafeta" DAIŞ a ku di 2014an de li Mûsilê hat ragihandin.

Qereqoşa, ku beriya niha mezintirîn bajarê Kiristiyanan li Iraqê bû, roja Yekşemê yekem kombûn lê çêbû ji heyama du salan ve.

Bircê zengê rastî zererê hatiye, peyker hatine serjêrkirin û pirtûkên olî li ser erda kenîseyê avêtî ne, ku hîn teniya agirê çekdarên DAIŞ ê ku berî ku birevin pêxistibûn li ser wan e.

Lê hinek ji xaçan berî niha hatine guhertin û peykerekî nû li ser kevirê qurbanê yê sereke hatiye danîn.

"Piştî du sal û sê mehan ji xerîbiyê, ez niha Qurbana Pîroz li katedrala Hatinadinyaya Pak a ku [DAIŞ] dixwest wêran bike pîroz dikim, Yohana Petros Mouche, Metranê Siryanî yê Katolîk ê Mûsilê, got.

Piraniya deverên ku hatine standin bi kêrî niştecîbûnê nedihatin lê belê, çend meh ji paqijkirina mayînan û nûavakirinê pêwîst in berî ku piraniya xelkê wan deveran bikaribin vegerin.

Êrîşeke pûçkirî li Remadî

Berpirsên Iraqî roja Şemiyê gotin ku hêzên ewlekarî êrîşeke DAIŞ li ser bajarê Remadî, paytexta parêzgeha Enbarê ya rojavayî, pûç kirin.

Êrîşa pûçkirî ya ragihandî bû sedema girtina 11 kesan û piştî zincîrek ji êrîşên şaşker ji aliyê DAIŞ ve ji destpêka êrîşa Mûsilê ve tên.

Hêzên Iraqî "11 çekdarên DAIŞ ku pilan dikirin êrîşî bajar bikin li avahiyeke vala girtin ku çek, teqemenî, cebilxane û êlekên bombekirî bi wan re bûn", fermandarê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re got.

"Sê polîs di dema binçavkirinê de birîndar bûn piştî ku terorîstekî teqe li hêza ku êrîş pêk anî kir," wî got.

Her 11ên girtî "hemû Iraqî ne û girêdayî DAIŞ in", wî got, anî ziman ku bo navendeke binçavkirinê ya demkî hatin birin.

Di 21ê Cotmehê de, şanên veşartî ligel çekdarên ku bi dizî derbasî Kerkûka bin kontrola Kurdî de bûn, ketin şerekî kujêner bi hêzên ewlekarî re ku bo sê rojan dom kir.

Di destpêka êrîşa ser Mûsilê ve, çekdarên DAIŞ herwiha êrîş li ser Rutba li Enbara rojava pêk anîn ku hêzên hikûmetê destpêka îsal vegerandibûn, û li herêma Şingal a bakurî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500