Nûçeyên Iraqê

NY: Bi sedan kesên wenda piştî reva ji rojhilatê Helebê

Dibe ku bi sedan kes windabûne piştî reva ber bi beşên di bin kontrola hikûmetê de li Helebê, NY roja Înê (9ê Kanuna yekem) hişyarî da, û got ku komên çekdar rê li ber reva sivîlan ji herêmên ku di bin kontrola wan de ku ew her diçe kêm dibin digirtin.

Herdu alî hikûmeta Suriyê û komên opozisyonê li Helebê "dixuye ku wan binpêkirina eşkere ji yasaya mirovî navdewletî re kiriye", NY got, û da zanîn ku sivîl baca vê çendê didin, AFP ragihand.

"Û gelekî zehmet e ku rastiya buyeran bê zanîn di vê rewşa şil û metirsîdar de, me îdîayên gelek metirsîdar wergirtine ku dibêjin ku bi sedan kes windabûne piştî ku derbasî herêmên di bin kontrola hikûmetê de bûne," berdevk Rupert Colville li Cinêvê ji peyamnêran re got.

Wî got ku mirovên temenên wan di navbera 30 û 50 salî de, û endamên malbatên wan gotin ku wan têkilî bi wan re wenda kiriye, piştî ku ew ji deverên Helebê ên di bin kontrola opozisyonê de dora hefteyekê an 0 rojan berê derketin.

Artêşa Sûriyê 85% ji rojhilatê Helebê rizgar kiriye û li wir bêtirî ji 400 kesan, di nav de 45 zarok, hatine kuştin ji operasyona vê dawiyê de ya ku di 15ê Mijdarê de destpê kiribû, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov operasyon.

Hat ragihandin ku êrîşa opozîsyonê ya li ser rojavayê bajar ku di bin dest hikûmetê de bû sedema kuştina zêdetir ji 100 kesan, di nav de 35 zarok.

Colville hişyarî da ku "îdîa hene ku tolhildan li dijî sivîlên ku dibe piştgiriya bo komên çekdar ên opozisyonê kiribûn hatine encamdayîn" piştî ku ew reviyan herêmên di dest hikumetê de.

Herweha tê gotin ku çekdarên opozîsyonê astengî li derketina sivîlan ji rojhilatê Helebê dikirin, û kesên ku hebûna wan protesto kirin hatin revandin û kuştin.

"Sivîl weke dîl hatine bikaranîn û rê li ber derketina wan hatiye girtin, weke binpêkirineke eşkere ji pêbendiya bi wergirtina hemû tedbîrên pêwîst bo parastina sivîlan ji karvedanên êrîşan," Colville got.

Wî hişiyarî da ku "dibe ku tawana şer yê dîllkirinê jî hatibe encamdayîn".

wî got ku bi dirêjahiya herdu hefteyên dawî, komên çekdar, di nav wan de Eniya Nusra, niha bi navê Fetih el-Şam tê naskirin, "hejmareke nenaskirî ji sivîlên ku ji komên çekdar xwestibûn ku ji taxên wan derkevin, daku jiyana sivîlan bê parastin, revandin û kuştin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez gelek pê xemgîn bûm. Lê belê ev rastiya şer e (tevî ku, nexuya ye ka ev bi sedên kesên han ji aliyê hikûmetê ve yan ji aliyê terorîstan ve hatine kuştin.) Dema ku terorîst xwe radest nakin tevî ku wan piraniya deverên xwe ji dest dane, wateya vê ew e ku ew amade ne bazarê bi jiyana xelkê bikin daku xwe ji binketinê bi dûr bixin. Jiyana xelkê ji her girûpekê yan hikûmetekê re bê nirx e, heta ji Rojavayiyan re û tenanet ji Amerîkiyan re jî ...bijîn desthilatdarên karpak.

BERSIV BIDE