Nûçeyên Iraqê

Komosyona Mafên Mirov: Kerkûk li jêr hukmê DAIŞ dinale

Komosyona Bilinda Serbixwe ya Mafên Mirov ya Iraqî roja Pêncşemê (8ê Kanûna Yekem) banga bidawîkirina zehmetiyê rojane ya sivîlên ku li cihên ku hîna li jêr kontrola "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) in kir.

Komosyon bang li hukmeta Iraqî kir ku deverên Hewîca, Riyad, û Ebasî rizgar bike, û di daxuyaniyekê de got ku "niştecihên deverê li van cihan ji ber zordestî û terorîzma çeteyan dinalin".

Daxuyaniyê got ku DAIŞ gelek niştecih kuştine piştî ku wê ew bi hevkarîkirina ligel hêzên Iraqî sûcdar kirin.

"Weke tiştê ku bi serê serokê êla Cibûr, Ibrahîm Muhairî, û kesên ligel wî hat, ew hatibûn revandin û hatin veguhestin bo cihekî nenaskirî," komosyonê got.

"Jin û zarok rastî kêmbûneke dijwar a xwarinê û derman tên, û neçar in ji deverên xwe birevin û jiyana xwe bixin metirsiyê de ji ber ku DAIŞ bombeyên bidestçêkirî çandine û kemînan li rêyan pêk tîne," wî got.

"Dibe ew ji bo dûrahiyên dirêj bi pêyan bimeşin," wê anî ziman.

Derengxistina rizgarkirina van diveran "dê metirsiyê li ser ewlehî û aramiya cihên din ên ewle yên Kerkûkê bike", komosyonê hişyarî da.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500