Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Reviyayiyên Mûsilê behsa bikaranîna DAIŞ a sivîlan weke mertalên mirovî dikin

Xalid Taî

Serbazekî Iraqî şêniyekî Mûsilê yê ku karî bi selametî ji bajar bireve tevî ku "Dewleta Îslamî" sivîlan weke rehîne digre li hin deverên ku di wan de maye hembêz dike. [Wêne ji Fermandariya Polîsên Federal]

Serbazekî Iraqî şêniyekî Mûsilê yê ku karî bi selametî ji bajar bireve tevî ku "Dewleta Îslamî" sivîlan weke rehîne digre li hin deverên ku di wan de maye hembêz dike. [Wêne ji Fermandariya Polîsên Federal]

Iraqiyên ku ji Mûsilê reviyane ji Diyaruna re got bi hezarên sivîlan hîn weke rehîne li rojavayê Mûsilê ji aliyê çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve girtî ne.

Xelk navbera bijardeya ku weke "şehîd" di şeran de bimrin, an jî ji aliyê DAIŞ ve werin kuştin mane, wan got.

Umer Xesan, yê 28 salî, yek ji gelek kesan bû ku ji di 12ê Gulanê de ji taxa Îslah Zîraî reviyan berî ku hêzên ewlekarî wê ji DAIŞ vegerînin.

Wî ji Diyaruna re got ku çekdaran malbata wî û malbatên din rehîne li malên wan de hiştin, wan weke mertalên mirovî bikar tînin.

Li pêşiya du bijardeyan

"Wan gefan li me dikirin ku dê me bikujin eger em birevin an jî biya fermanên wan nekin," wî got.

"Wan hewl da ku bi rêya bikaranîna me xwe biparêzin," wî got, anî ziman jî ku grûp xwe di nav malên xelkê de vedişêre û banan weke cihên nîşangiran bikar tînin.

DAIŞ ji xelkê re got ku beheşt li hêviya wan e eger ew mirin di dema ku çekdaran diparêzin de. Û eger ew tevlîbûna şer li kêleka grûpê hilbijêrin, dê weke "şehîd" bimrin, Xesan got.

"Wan du bijarde dane me -- yan em li dijî wan in û li ser destên wan werin kuştin, an jî em piştgiriya wan dikin û dimirin" di şeran de, wî got.

"Lê di dawiyê de, nîşangirên hêzên me yên ewlekariyê ew nêçîr kirin û jiyaneke nû ji me re hat nivîsandin," Xesan got.

Ebû Ehmed, yê 46 salî, yê ku xwest bernavekî ji ber sedemên ewlekarî bikar bîne, rizgarbûyiyekî din ji Îslah Zîrayî ye. Wî ji Diyaruna re got eger hêzên Iraqî di dema xwe de destêwerdan nekiribana, ew û her şeş endamên malbata wî dê niha mirî bana.

"Ew [endamên DAIŞ] nêzîk bûn ku ji me xilas bibin piştî ku em weke rehîneyan girtibûn," wî got. "Wan nexwest ku me sax berdin di dema manorên xwe de dema ku şer dikirin û ji malekê diçûn maleke din."

"Xwedê em ji mirineke hetmî rizgar kir, û terorîst li ser destê serbazên me yên mêrxas jinav birin," Ebû Ehmed got.

Bibandoriya şer a qelsbûyî

DAIŞ niha nêzîkî 5% ji rojavayê Mûsilê kontrol dike -- tenê hinek tax li derdora Bajarê Kevn.

Nêzîkî 300,000 sivîl hîn li bajar asê mane, hinek ji wan qebûl nakin ku ji malên xwe derkevin.

Berpirsê ragihandina Partiya Demokrata Kurdistanê li Mûsilê Seyîd Memûzînî got ku operasyonên niha li bajar "piraniya çekdarên grûpê jinav birin û hemû çavkaniyên wan ên çek û teqemeniyan ligel asêgehên wan wêran kirin".

Lê çekdar "berdewam in li ser çêkirina metirsiyê li ser sivîlên bêçare yên di penceyên wê de", wî ji Diyaruna re got.

"Ji dema destpêka şer li aliyê rojavayê ji Mûsilê ve, nêzîkî 350 sivîl hatine kuştin ji encama bikaranîna wan weke mertalên mirovî [ji aliyê DAIŞ ve]," wî got.

Di 2ê Nîsanê de, hêzên Iraqî laşên 16 sivîlan dîtin, di nav wan de jin û zarok, ku ji aliyê fîşekên çekdaran ve di dema hewla reva ji Bajarê Kevn ve hatin îdamkirin.

DAIŞ "rê dide xwe ku jiyana kesên bêsûc têxe jêr metirsiyê yan jî wan bikuje di her halet û hincetekê de", pisporê ewlehî û berpirsê berê yê Wezareta Hundir Casim Henûn ji Diyaruna re got.

Endamên grûpê berpirsiyar in ji pêkanîna îdamkirinan li dijî sivîlan, û ji bikaranîna wan weke mertalên mirovî û armancgirtina wan bi otombîlên bombekirî di dema reva wan de, wî got.

"Gelek qurbanî" ji encama van êrîşan ketin, Henûn got.

Piştî rizgarkirina taxên Hawî Kenîsa û 30ê Temûzê û devera Şikak Harmat, endamên DAIŞ di Bajarê Kevn de ji hemû aliyan ve dorpêçkirî ne, wî got.

"Niha wan dem nemaye ku manorê bikin, û bandorkariya wan a şer jinav diçe," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Mixabin rapirsî ji aliyekî ye ku ji DAIŞ hez dike! Naçê serê kesekî ku Ebû Bekir Bexdadî çûye Îranê!

BERSIV BIDE