Nûçeyên Iraqê

Gotarvanê Remadî: Hevkariya welatiyan kilîla rêgirtina vegera DAÎŞ e

Hevkariya welatiyan bi hêzên Iraqî re dê rêgirî li her hewleke dubare dagirkirina Remadî an her bajarekî din ê Iraqê ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di pêşerojê de bike, gotarvan Şêx Mihemed el-Elwanî roja Înê (2ê Kanûna yekem) di gotarekê de li Ramadî got.

"Divê kampanyaya bînasazî û avakirinê destpê bibe, lê ya ji wê girîntir ew e ku kampanyayeke lihevkirina me weke iraqiyan û girtina hemû deriyan ji bo vegera DAIŞ ji bo bajêr destpê bibe," El-Alwani di gotara roja Înê de li Mizgefta el-Kebîr ya li navenda Remadî bi beşdarbûna bi hezaran nimêjkeran got.

Bang li welatiyan kir ku ji tolhildana bêbingeh bi dûr kevin û rê li ber yasayê bê vekirin li hemberî wan kesên ku têkildarî DAÎŞ bûn, yanjî wan alîkarî pêşkêşî wan kiriye.

"[Hewla] tolhildanê ya ku ji aliyê welatiyan ve li dijî wan kesên bi DAÎŞ re têkildarbûn bertekeke xwezayî ye, lê şaş e, ji ber wê dê şêlûbêl belav bibe", wî got.

"Divê Mesele ji polîs û dadgehan re bê hiştin ji bo mafstandina kesên ku zerer ji vê koma terorîstî dîtine," wî got, û dewam kir ku DAIŞ "guzariştê li Îslamê nake. Ew dijminê Îslamê ye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500