Hêzên taybet ên Iraqî serkêşekî bilind ê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li paytexta Diyala ya Baquba hate girtin, fermandarê polîsê Diyala roja Duşemê (10ê cotmehê) got.
"Yekîneya polîsên taybet berpirsekî bilind ê DAIŞ ku weke berpirsekî hesba [polîsên olî] kar dikir li Diyala roja Yekşemê di operasyoneke ewlekarî de li devera Tehrîr de li navenda Baquba hat girtin," polîs di daxuyaniyekê de got.
"Girtî metirsî li ser welatiyan çêdikir û pere ji xwediyên dikanan li devera Tehrîrê ji bo hesabê DAÎŞ kom dikirin" Di daxuyaniyê de got.