Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî Wadî Zexdan li rojavayê Enbarê rizgar dikin

Hêzên Iraqî devera Wadî Zexdanê, başûrê rojavayê Hedîse, ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) standin, Wezareta Berevanî ya Iraqî roja Çarşemê (23ê Mijdarê) got.

"Artêşa Iraqî, bi piştgiriya êl û balafirên şer ên hêzên hevpeymaniyê Wadî Zexdan, deverek li başûrê rojavayê Hedîse ye ku hebûnekemezin a DAIŞ li wir heye, rizgar kirin," berdevkê wezaretê Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Êrîşeke berfireh ku hêzên me yên hevbeş oja Sêşemê pêk anîn û roja Çarşemê bi bilindkirina aleya Iraqê li deverê bidawî hat," wî got.

Resûl got ku nêzî 30 çekdarên DAIŞ di operasyonê de hatin kuştin.

"Em di nêçîrkirina terorîstên de ku ji deverê ber bi biyabana sînorî ya nêzî Sûriyê ve reviyanê berdewam in," wî anî ziman.

Hêzên Iraqî şikeft li deverê ku DAIŞ wek veşargeh û molgehên sereke yên nihênî ji bo endamên xwe li rojavayê Iraqê bikar tanî dîtin, Resûl got. Wan dest danî ser çek, moşek û lîstên navê endamên DAIŞ ên ku li devera Wadî Zexdan çalak in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500