Nûçeyên Iraqê

"Wezîrê Agahiyan" ê DAIŞ li Nînewa hat kuştin

Di êrîşeke asmanî ya Iraqî de "wezîrê agahiyan ê Wîlayeta Nînewe" ê girûpa "Dewleta Islamî i Iraq û Şamê" (DAIŞ) hat kuşt, Wezareta Berevanî ya Iraqî roja Çarşemê (23ê Mijdarê) got.

"Ziyad Xarûfa, wezîrê agahiyan li Wîlayeta Nînewa ya îdiakirî ya DAIŞ, ku çavdêriya berhemanîna filmên girûpê dikir, di êrîşeke Iraqî de hat kuştin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Taziya Xarûfa li taxa Hey Ereb li rojhilatê Mosilê pêk hat, di bin ewlekariyeke tund de ji aliyê DAIŞ ve," daxuyaniyê got.

Hevdem, hêzên Iraqî bi awayekî temam taxê Cedîdet Muftî, başûrê Mûsilê, vegerandin, û alaya Iraqê li ser avahiya navenda tendiristî bilind kirin, fermaderê Operasyonên Nînewe Necimedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Şer li başûr, bakûr û rojavayê Mûsilê jî bi xesarên jiyanî û madî yên giran ên DAIŞ de baş pêş ve diçin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500