Nûçeyên Iraqê

NY: 68,000 Iraqî ji ber operasyona Mûsilê aware bûne

Bêtirî 68,000 kes ji malên xwe reviyane ji dema ku hêzên Iraqî dest bi êrîşeke mezin li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kirin li derdora Mûsilê di dema borî de, AFP roja Sêşemê (22ê Mijdarê) ragihand.

Ev hejmar bi awayekî berçav di hefteya borî de zêde bû ji ber ku şer bi kûrahî derbasî bajarê ku gelek xelk lêne dibe, lê kêmtirî texmînên berî operasyonê ye.

"68,550 kes niha aware bûne û bi hewceyî alîkariyên mirovî ne," Ofîsa NY bo Karûbarên Hevahengî û Mirovî di daxuyaniyekê de got.

Ofîsa NY bo Karûbarên Hevahengî û Mirovî got ku pêwîstî bi alîkariyan ji ber operasyona ku di 17ê Cotmehê de destpê kir bi awayekî aloz zêde dibe, ji ber pêwîstiyên cuda ji cureyên sivîlan ên cuda re.

"Pêwîstiyên mirovî di nav malbatên aware li û derveyî kampan de, xelkê şikistbar ên civakên kontrolkirî û xelkê ku ji şerê giran ê bajarê Mûsilê direvin, zêde ne," di daxuyaniyê de hat gotin.

"Di demekê de ku Mûsilê di bin êrîşeke berdewam û giran de ye, niha ti rêyên ewle bo derveyî bajar tune ne," berdevka Encumena Norwêcî ya Penaberan Becky Bakr Abdulla got

"Sivîl li pêşiya biryareke gelekî zehmet de ne ku yan li malên xwe di nav agir de bimînin an jî jiyanên xwe têxin di metirsiyê de weke hewlekê ji bo dîtina rêyekê ku ji bajar derkevin," wê got.

Hejmara xelkê aware ji destpêka operasyonê ve "kêmtirî texmînên me ye -- gerek e em bikaribin mameleyê ligel vê hejmara hinekî biçûk bikin", Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî piştî civîneke li Budapest ji nûçegihanan re got.

NY destpêkê pêşbînî dikir ku dibe 200,000 sivîl di hefteyên destpêkê yên operasyonê de neçar bibin ji malên xwe derkevin.

Li gorî NY, piraniya awareyan li kampan hatine bicihkirin, ku karîn û firehbûna wan rojane tên zêdekirin û biryar a ku bigihe nêzîkî nîv milyonî di naverasta Kanûnê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500