Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke xwekujî ya DAIŞ herî kêm 20 kesan di daweteke Iraqî de dikuje

Hejmara kuştiyan ji encama teqîneke terorîstî ku dawetek li başûrê Felûce kir armanc bo 20 kesan zêde bûye, Wezareta Hundir a Iraqî roja Înê (18ê Mijdarê) got.

Êrîşkarekî xwekuj otombîleke barkirî bi teqemeniyan di kombûneke dawetekê de li Amiriyat Felûce roja Pêncşemê teqand, herî kêm 20 kes kuştin, di nav de zava, û 46 kesên din birîndar bûn, berdevkê wezaretê Emîd Saad Maan ji Diyaruna re got.

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) êrîş girte sitûyê xwe.

"Rewşa gelek jin û zarokan xirab e," Maan got.

"Ev êrîş rastiya DAIŞ û pêwîstiya berdewamiya şerê li dijî wê nîşan dide," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500