Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî şaneke terorî ya DAIŞ li Bexdayê jinav dibin

Hêzên Iraqî yên hevbeş şaneke terorî ya şeş-kesî ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di du operasyonên cuda de di sê rojên borî de jinav birin, Wezareta Hundir roja Înê (14ê Nîsanê) ragihand.

"Hêzên hevbeş ên artêşê û polîsan endamên şaneya terorî ya DAIŞ ya ku li Bexdayê tevdigeriya ku berî niha plan ji bo pêkanîna êrîşan di nav paytextê de danîne girtin," berdevkê wezaretê Emîd Saad Maan ji Diyaruna re got.

Endamên şaneyê di du operasyonên ewlekarî yên cuda de li Yermûk û Ebû Xirêb li navend û rojavayê Bexdayê hatin girtin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500