Nûçeyên Iraqê

Nîşanderê cîhanî: Mirnên bi sedema terorîzmê di 2015an de kêmbûne

Nîşandereke cîhanî ya nû eşkere kir ku mirinên bi sedema terorzîmê sala borî kêmbûne bi sedema bêhêzbûna "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Iraqê û Boko Heram li Nêcîrya, AFP roja Çarşemê (16ê Mijdarê) ragihand.

Lê belê herdu girûp gihandina xwe ya coxrafî zêde kirin, lê belê, li gorî amarên Terorîzma Cîhanî ya sala 2016 ku ji aliyê Enstîtûya Aborî û Aştiyê ve hat belavkirin.

Dora 29,376 kesan di sala 2015an de bi sedema terorîzmê mirin, ku 3,389 kêmtirî sala berî ne, û ew yekem kêmbûne ji sala 2010an ve, li gorî raportê.

Ev kêmbûn heta asteke bilind ji ber 5,556 mirinên kêmtir li Iraq û Nêcîrya bû, ku bi qasî sêyekî hejmara sala 2014an kêmbûye, ji ber ku operasiyonên serbazî DAIŞ û Boko Heram qels kirin.

Herdu girûp gihştina cografî sala borî zêde kirbûn, û Boko Heram xelkên zêdetir ji sala 2014an li Naycir, Kamîron, û Çad kuşt, û alîgirên DAIŞ êrîş li 28 welatan sala 2015 pêk anî, 15 welat zêdetin sala 2014.

Mirinên peywendiya wan bi terorîzmê heye li welatên Rêxistina Hevahengiya Aborî û Geşepêdanê ji 77 welat di sala 2014 de bo 577 di sala piştre zêde bûye, zêdetir ji nîvê wan girêdayî DAIŞ in.

Şeş welat rastî rewşeke xirabtir sala 2015 hatine -- Fransa, Erebistana Siûdî, Kuwêt, Tûnis û Burudndî.

Zêdetir ji 90% ji hemu mirinên bi sedema terorîstan li welatên ku di nav coreke pevçûnên hindirîn de anjî pevçûnên navdewletî de ne.

Tenê pênc welat -- Iraq, Sûriye, Efganistan, Nêcîrya û Pakistan -- 72% ji mirinên girêdayî terorîzmê li wan pêk tênin.

Hevdem çar girûp -- DAIŞ, Boko Heram, Talîban û Qaîda -- bûbûn sedema 74% ji wan mirinan û DAIŞ û alîgirên wê 6,141 kesan kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500