Ji serê sibeha roja Çarşemê (16 Mijdarê), hêzên Iraqî şerên dijwar dijî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di nav Mûsilê de li eniya wê ya rojhilatî dikin, fermandarê Operasyonên Nînewa Necimedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.
"Hêzên artêşê û Ajansa-Dije Terorê pêşketin li sê taxan bi pêş ketin ku şerê giran li wir ji duh ve dest pê kiriye," wî got.
"Bîst terorîst di pevçûnan de li taxên Qadisiya Saniya, Musana, û Eden hatine kuştin," wî got.
Hêzên Iraqî jî pêşketinan li eniyên din pêk tînin, Cibûrî got, bal jî kişand ku wan gundên Tel Ekûb li başûrê Mûsilê û gundê Newasî li bakûr vegerandin.
"Hevdem, tîmên endazyarî di rakirina paşmahiyên şerê DAIŞ li gund û bajêrên ku di vê dawiyê de hatine rizgarkirin berdewam in," wî got.