Nûçeyên Iraqê

Berpirs: Hêzên Iraqî tenê 3 kîlometran dûrî Çemê Dicla ne

Hêzên Iraqî yên hevbeş bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî aniha tenê sê kîlometran ji Çemê Dicle dûr in, berpirsekî serbazî yê bilind roja Sêşemê (27ê Kanûna Yekem) got.

"Hêzên Iraqî nêzî bûne bi temamî aliyê Mûsilê yê rojhilatî îzole bikin, bi rêya dewamkirina rizgarkirina taxan yek bi yek," fermanderê Operasyonên Nînewa Necmedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Rêya ku taxa Nûr bi bajarê kevin girê dide hat vegerandin û hêzên hevpeymaniya navdewltî rê ji pêşketinên din re li eniya bakûrî verkirine bi rêya bombebarankirina komên DAIŞ," wî got.

Aniha armanc gehiştina Çemê Dicla ye ku "tenê sê kîlometran dûrî eniya pêşîn ya artêşa me ye", wî got.

Nêzî 3,000 sivîl ji Mûsilê hatine veguhestin û alîkariyên pizîşkî ji nêzî 500ên din re hatine peydakirin, Cibûrî got, bal jî kişand ku herî kêm 30 çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" di pevçûnên roja Sêşemê de hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500