Nûçeyên Iraqê

Iraq 100,000 çadiran ji bo awareyên Mûsilê datîne

Hikûmeta Iraqî, bi hevsengiya ligel NY, bi hezarên çadiran ji bo awareyên bajarê Mûsilê datîne, Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqî Mihemed Caf roja Pêncşemê (3ê Mijdarê) got.

Ev 100,000 çadir dê penageheke demkî peyda bike "heta dawiya şer û dema vegerîna ewle ya xelkê bo malên xwe", Caf di daxuyaniyekê de got.

Çadir bi sendoqên hawarçûnê hatine amadekirin daku awareyan rehet bike, wî got, bal jî kişand ku hejmara awareyan ji gund û bajarokên li derdora Mûsilê gihiştiye 21,000 kesî.

"Em karekî ciddî ji bo peydakirina şertûmercên baş ji wan re di dema awarebûna wan de dikin," wî got.

Li bajarokê Gogcelî, li bereya rojhilat, hejmareke mezintir ji demên din a sivîlan ku ber bi cihên ewletir ve dimeşîn ligel tiştên gelekî kêm yan bê ti tişt hat dîtin, AFP roja Pêncşemê ragihand.

"Hin ji zarokên ku digihin pêxwas in, û av û xwarina li ba me têra wan nake," Alvhild Stromme got, şêwermendek medyayî di Encumena Penaberan a Norwêcî de, ku yek ji çalaktirîn grûpên hawarçûnê li Iraqê ye, got.

"Kesên ku hatine, weke ev kesên ku di du hefteyên borîn de, hîn çîrokên revînê yên gelekî metirsîdar dibêjin," Sromme got.

Hîn sivîl ji Gogcelî derdiketin û hinekên din jî ji taxê Semah li rojhilatê Mûsilê, û wan behsa çîrokên hovîtiya cîhadiyan dikirin.

"Em ji dinyaya miriyan vedigerin dinyaya zindiyan," Raid Elî, 40 salî, ku ji mala xwe ya li gundê Bezwaya yê nêzîk reviyaye.

"Min du sal ji jiyana xwe jidest dan," zilamekî din got, 45 salî, ku navê xwe weke Faris da.

"Min beriya du salan malbata xwe şande Hewlêrê bi selametî, lê ez tenê li mala xwe li Bezwaya mam... Ez îro di dawiyê de derketim. Ez dê dîsa malbata xwe bibînim," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500