Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Xelkên Mûsilê di bin guvaşê de jî pişgiriya xwe ji hev re nîşan didin

Ala Husên li Bexdayê

Iraqiyên aware ji rojavayê Mûsilê li kampên ku dikevin başûrê Mûsilê li penagehekê digerin. [Wêne ji Wezareta Bazirganiya Iraqî hatiye wergirtin]

Iraqiyên aware ji rojavayê Mûsilê li kampên ku dikevin başûrê Mûsilê li penagehekê digerin. [Wêne ji Wezareta Bazirganiya Iraqî hatiye wergirtin]

Dema ku ji rojavayê Mûsilê reviya kampeke awarebûnê li derveyî bajar, Ebû Salih Cuheyşî israr kir ku cîrana xwe ya Kiristiyan a ciwan ligel malbata xwe bibe, parastineke bi heman awayî jê re pêşkêş kir weke çawa ji keçên xwe re peyda dike.

Di vîdyoyeke ku li ser medyaya civakî hatiye belavkirin de, Cuheyşî qal dike ku çawa wî cîrana xwe ya Aşûrî nehişt, ku bi tenê li malê bû, ku bi tena xwe li bajar bimîne.

"Ez dest jê bernadim heta ku radestî xaltîka wê ya ku li Besra dijî bikim," wî got. "Ev keç bûye yek ji keçên min."

Çîrokên wisa rûmeta ku xelkên Mûsilê pê navdar in nîşan didin, heta di rewşên herî tarî de yên ku têde dijîn, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Hesen Subeyb Sebaawî ji Diyaruna re got.

Gelek çîrokên wisa hene, yên xelkên xwecihî ku alîkarî û piştgiriya hev dikin, wî got, "heta dema ku ew li kampên awarebûnê jî bin".

Ji ber pêhesîna hestên xurt ên biratiyê navbera xelkê bajar de, wî got, hêzên ewlekariyê dest bi dayîna ruxsetên ewlehî dane ku rê didin xelkê rojavayê Mûsilê ku ligel sivîlên li rojhilatê Mûsilê û gundên derdorê bicih bibin.

Di 16ê Adarê de, nêzîkî 54,200 aware çûne ba malbat an hevalên xwe li aliyê rojavayî ji bajar û deverên rizgarbûyî yên ber bi başûr ve ji dema destpêkirina operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê, Wezîrê Koç û Koçberan Casim Mihemed Caf got.

Parvekirina pariyê nan

"Parvekirina pariyê nan bi awareyekî li mala te di demekê de ku tu berê rastî zehmetiyê tê bi xwe tiştekî zehmet e," endama encumena parêzgeha Nînewa Hiyam Ebdal ji Diyaruna re got.

"Tevî van hemû tiştan, [xelkê rojhilatê Mûsilê] deriyê xwe bi ruyê kesekî aware ji aliyê rojava de nagrin," wê got.

Mizgeftan jî deriyên xwe ji awareyan re vekirine, wê got, hevdem hinekên din çûn daku ligel xelkê Geyara, Hemam Elîl û gundên derdorê bijîn.

Wê bang li hikûmeta federal kir ku alîkariya mirovî ji xelkê aware re zêde bike, anî ser ziman jî ku çadir, xwarin û guhdana bijîşkî ya pêşkêşkirî têra pêwîstiya xelkê nakin.

Wê herwiha daxwaza peydakirina terxankariyên karta para xwarinê bi temamî û bê paşxistin kir, ji ber ku ev cûreya alîkariyê di herdu salên borî de hat sekinandin ji ber dagîrkirina DAIŞ ji bajar re.

Parlementera Iraqî Intîsar Cibûrî, ku di komîteya jinê ya parleman de kar dike, bang li hikûmeta federal kir ku karîna xwe ya tam têxe tevgerê ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji awareyan re.

"Aware rastî kêmbûneke dijwar di xwarinê de tên ligel metirsiya kolera jî," wê got, ji ber pîsbûna ava kenalîzasyonê li kampên awarebûnê.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Babeteke gelek baş e. Lê ez bawerim bêsûd e. Kî dibêje ku beşkirina nanekî zehmet e? Ma wê mûçeya xwe û pereyên karê xwe liglel awareyên sala 2014an anjî awareyên îro beş kiriye? Hinek kes hene ew peyvên xwe bi kar piştgirî nakin.

BERSIV BIDE