Nûçeyên Iraqê

Belcîka 4 kesan piştî êrîşên terorî tawanbar dike

Belcîka roja Sêşemê (18ê Cotmehê) çar kesan bi tevlîbûna di kiryarên terorî de tawanbar dike piştî êrîşên di saetên destpêkê de yên îroj de li bajarên Ghent, Antwerp, û Deinze, AFP ragihand.

"Ev kes bi tevlîbûna kiryarên girûpeke terorîst hatine tawanbarkirin," daxiuyaniyekê ji ofîsa dadpirs ya federal got. "Hin ji wan guman li wan tên kirin ku ew xelkê dişînin Sûriyê daku li wir tevlî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bibin," wî anî ziman.

Dadpirs got ku tu çek û teqemenî nehatin dîtin û pêwendiya êrîşê bi êrîşên Adarê yên ku DAIŞ li xwe ew girtin û tê de 32 kes hatin kuştin tune ye.

Di wan êrîşan de lêpirsîn ligel 15 kesan hate kirin weke destpêk, daxuyaniyê da zanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500