Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî ber bi mezintirîn bajarê Kirstiyanan ve diçin

Roja sêyê ye ku hêzên Iraqî pêşveçûna xwe ber bi Mûsilê ve didomînin ji ber ku ew xwe ji bo êrîşkirinê li ser bajar amade dikin daku bajar ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar bikin, Fermandariya Operasyonên Nîneweyê roja Çarşemê (19ê Cotmehê) got.

"Hêzên Iraqî gundên Kanî Heramî û Zawya, hin beşan ji Şûra û Hemdaniya, û bajarokê Nemrûd, yên ku li başûr, başûrê rojhilatê Mûsil û bakûrê Mûsilê ne, rizgar kirin," Fermandarê Operasyonên Mûsilê Necim Edîn Kerîm el-Cibûrî ji Diyaruna re got.

"DAIŞ di şer de rastî xesarên mezin hatiye û di qonaxa rûxanê de ye," wî got, da zanîn jî ku hêzên Iraqî li gorî plana hatiye danîn pêşdikevin.

"Em dê ne bilez bin ji ber ku em dixwazin jiyana sivîlan û hêzên xwe biparêzin," wî got.

Herwiha roja Çarşemê hêzên Iraqî amadekarî ji bo vegerandina mezintirîn bajarokê Kristiyanan li welat ji DAIŞ kirin, ew yek dibe gaveke girîng be di pêşveçûnê ber bi Mûsilê ve, AFP ragihand.

Nûçeyên li dor pêngava vegerandina Qereqoş, ku dora 15 kîlometran dikeve başûrê-rojhilatê Mûsilê, kêfxweşiyê di nav awareyên Kristiyan de yên ku ji bajarokê xwe reviyane tîne holê û gelek ji wan li bajarê Hewlêrê sema dikirin û stiran digotin.

Piştî paqijkirina bajarok û gundên li derdora Mûsilê bi piştgiriya asmanî ji aliyê hevpeymaniya navdewltî ve, tê pêşbînkirin ku hêzên Iraqî bajarok dorpêç bikin beriya ew derbasî bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500