Nûçeyên Iraqê

Serokê NY yê bê dibêje ku dema bidawîanîna parçeparçebûna derbarê Sûriyê hatiye

Serokê Neteweyên Yekbûyê (NY) yê ku nû hatiye destnîşankirin Antonio Guterres roja Pêncşemê (13ê Cotmehê) got ku dema bidawîanîna parçeparçebûna li dor mijara bidawîkirina cenga Sûriyê hatiye di demekê de ku hêzên sereke xwe ji bo danûstandinên derbarê krîzê amade kirine, AFP ragihand.

"Çi bin ew barçeparçebûnên dibe hebin, aniha hevgiritin ji hemû tiştî girîngtir e," Gutrres got. "Niha çaxê şerkirina ji bo aştiyê ye."

Piştî destnîşankirina wî ya bi fermî ji aliyê Civata Giştî ya NY Guterres got ku "dîtina xelkên Sûriyê rastî vê qas azarê dibin tişteke ku bi rastî dilê min dişewitîne".

Serokwezîrê Portuxalê berê yê ku weke serokê penaberên NY ji bo heyama deh salan kar kiribû wê cihê Ban Kî-moon bigre yê ku di 31ê Kanûna Yekê de dest ji kar dikişîne piştî deh salan ji karkirina weke serokê NY.

"Welatên berjewendîdarên sereke dê dîsan li hev bicivin daku proseya aştiyê bilez bikin," Guterres dema behsa civînên hefteya bê li Lozan û Londonê dikir, got.

"Ez tenê hêvî dikim ku ew dê serkevin ji ber ku ev erkê me yên exlaqî ye ku em azara xelkê Sûriyê rawestînin," wî got.

Di dema peyva wî ya ji Civata Giştî re, Guterres got ku dem hatiye li hember terorîst u populîstan rawestin ji ber ku ew bawer dike ew herdu di tundutûjiyê de "hev hêzdar dikin".

"Dibe em piştrast bin ku em dikarin van hevbendiyên di nabera van hemû girûpên terorîst anjî tundrewên tundûtûj ji aliyekî û derbirînên populîzm û fobya ji biyaniyan ji alekî din bişkênin," wî got.

"Ev herdu hev hêzdar dikin û dibe em bi îsrar şerê herduyan bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500