Nûçeyên Iraqê

NY: Encama şerê Sûriyê "zêde xeternak e"

Gefên cihanî yên ku bi sedema şerê navxweyî yê Sûriyê derketine "zêde metirsîdar bûne" ku nabe neyên çareserkirin, serokê nû yê NY roja Çarşemê (18ê Knaûna Duyem), û tekezî li ser pêwîtiya pêşketinê di danûstandinên aştiyê kir, li gorî AFP.

Serokê Giştî yê NY Antonio Guterres, ku 1ê Kanûna Duyem dest bi kar kir, bal kişand ku kirîz bûye sedema nebûna aramiyê li Rojehilata Navîn û êrîşên teroran li seranserê cihanê.

"Encamên vê kirîzê ji hemû kesan re zêde metirsîdar bûne," Guterres got.

Danûstandinên aştiyê di navbera aliyên dijber de dê roja Duşemê li paytexta Kazaxî Estana, ku ew ji aliyê Rûsiya û Turkiyê ve ne NY tê piştgirîkirin, bên encamdan. Lê belê Guterres hêvî kir ku danûstandin "bikare rewşê ber bi xurtkirina agirbestê û bûzkirina krîzê bibe".

Serkeftin li Estana "dikare şertumercan bo proseyeke siyayî ya ku divê di Sibatê de li Cinêfê berdewam bike peyda bike û dibe ev yek bibe sedema derketina encamên konkrît", wî anî ziman.

Proseya Aştiyê ya Cinêfê ji aliyê şanderê NY Staffan de Mistura ve, kesê ku got ew dixwaze danûstandinan di Sibatê de destpê bike, tên serpereştîkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500