Nûçeyên Iraqê

Du serkêşên payebilind ên DAIŞ li Mûsilê di êrîşeke asmanî de hatin kuştin

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî du endamên bilind ên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kuştin piştî armanckirina cihên wan li taxên rojhilatê Musilê, Fermandariya Operasyonên Nînewa roja Pêncşembî (13ê Cotmehê) got

"Balafirên hevpeymaniyê êvara Çarşemê cihê DAIŞ yê li nêzîkî kargeha çemento li Kokcilî armanc girt," Fermandarê operasyonan Necmedîn Kerîm el-Jiburî ji Diyaruna re got.

Du endamên bilind ên DAIŞ di êrîşên asmanî de hatin kuştin, di nav de "Eyser Merwan, ku wî dezgehên ewlekariyê yên DAIŞ brêve dibirin, û Eyfan Saed El-Fehdawî, ku ew berpisiyarê alavên leşkerî yê komê ye", wî got.

"Şeş endamên din ên DAIŞhatin kuştin û asêgeheke teqemeniyan, çek û çar otombîl di êrîşên asmanî de hatin wêrankirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500