Nûçeyên Iraqê

Iraq piştevaniyên betir dişîne Mûsilê beriya êrîşê

Firqeya zirxî ya 9'emîn ji bo Mûsilê hate şanidindaku beşdariyê di şerê rizgarkirina bajêr de ji "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) bike, Wezareta Berevaniya Iraqê (12ê Cotmehê)

"Yekîneyên ser bi firqeya zirxî ya 9emîn ji bo Mûsilê hate şandin daku beşdariyê di şerê rizgarkirina bajêr de ji pencên çeteyên DAIŞ bikin, xelkê ji zordariya terorîstan xelas bikin û şêniyên aware vegerînin bo warên wan," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Morala şervanan pir bilind e" daxuyaniyê got. "Ew bi temamî amade ne ji bo beşdariya di şerê yekalîker yê rizgarkirina Mûsilê, asêgeha dawî ya DAIŞ li welat."

Herwiha roja Çarşemê, balafirên hevpeymaniya navdewletî dest bi zincîreke ji êrîşên asmanî kir ku tê de çend qerqol û çeperên DAIŞ li bakurê Mûsilê kir armanc.

Hejmareke mezin ji endamên DAIŞ di êrîşê de yan hatin kuştin û yanjî birîndar bûn, û tunelên ku wan xwe tê de veşartibûn hatin wêrankirin, li gorî Fermandariya Operasyonên Nînewa.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500