Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ dev ji karta tayifî berdide di demekê de ku şerê Mûsilê tundtir dibe

Alaa Husên li Bexdayê

Serbazekî Iraqîli ser otombîleke mertalkirî li Um Mehahîr, li başûrê Mûsilê, di 28ê Cotmehê de piştî ku gund ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" hat derxistin nîşana serkeftinê bilind dike . [Ehmad Rubaye/AFP]

Serbazekî Iraqîli ser otombîleke mertalkirî li Um Mehahîr, li başûrê Mûsilê, di 28ê Cotmehê de piştî ku gund ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" hat derxistin nîşana serkeftinê bilind dike . [Ehmad Rubaye/AFP]

Di demekê de ku hêzên Iraqî giraniya xwe berdane ser Mûsilê, xuya ye ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dev ji hemû hewlan ji bo bikaranîna cudakirina tayifî weke hawara tevgerkirinê berdaye, berpirsan ji Diyaruna re got.

Girûpê berî niha hewl dida ku xwe weke "berevanê Sunniyan" nîşan bide, wan got, û hêzên Iraqî bi şerkirinê li ser esasên tayifî tometbar dikirin.

Lê ev îdia ji demeke dirêj ve hatiye redkirin û Iraqî ji hemû ol û pêkhateyên etnîkî, di nav de Sunnî, di şerê Mûsilê de beşdar in, ji ber ku berxwedana cemawerî li hember girûpê li bajar xelkî dikişîne.

"Em nabêjin ev Sunnî, Şîe, Kurd, Kiristiyan an Êzîdî ye, lê em dibêjin ku em hemû Iraqî ne û berevaniyê li mala Iraqî ji bo pêkvejiyana di nav de dikin," berdevkê Dar Ifta ya Iraqî Amir Beyatî got.

"Îdiayên DAIŞ ku berevaniyê li Sunniyan dike derew in ji ber ku ew berpirsên kuştin û rêşaşkirinê ne, ligel tundrewbûna îdolojî û rêbaziyê," wî got.

"Kî xortên Sunnî li Mûsilê dikuje ji bilî endamên DAIŞ?" wî pirsî, çekdarên grûpê weke "Xewaricên vê serdemê" wesif kirin.

Berovajî, wî got, " destên ku îro şerê terorê dikin destên Iraqiyên ji hemû pêkhateyên şevenga Iraqî ne ".

Sunnî li dijî DAIŞ in

Şervanên ji êlên Sunnî yên parêzgeha Nînewa, Sebawî, Cibûr, Lehîb, ji bo rizgarkirina Mûsilê destê xwe kirine di destê hêzên Iraqî de, lîderê heşda eşayirî Şêx Miqdad Sebawî got.

Heşda eşayirî ya Nînewa "ne îro dest bi şerê li dijî DAIŞ kiriye, lê ew ji dema ketina bajarê Mûsilê di Hezîrana sala 2014an de hatiye damezirandin", wî ji Diyaruna re got.

Çekdarên êlî ji wê demê ve şerê DAIŞ dikin, wî got, anî ziman ku şervanên êlî li parêzgehê deveran baş nas dikin û dikarin kesên ku alîkariya DAIŞ kirine destnîşan bikin.

"Hikûmeta federal li Bexdayê piştgiriya hêzên heşda eşayirî kir, çek dane wan û mûçeyên mehane pêşkêşî endamên wan dikin," Sebawî got.

Bi piştgiriya hêzên Iraqî, wî got, şervanên êla Sebawî karîn 14 gundan ji DAIŞ rizgar bikin, di nav kêfa xelkê xwecihî de, û hejmarek ji endamên DAIŞ girtin û ew radestî dezgehên ewlekarî kirin.

Kiristiyan jî di şer de beşdar in

Yekîneyên Parastina Deşta Nînewa, ku bi piranî ji wan Aşûriyên Kiristiyan in, li kêleka hêzên Iraqî û Pêşmerge ji bo rizgarkirina deverên dîrokî yên Kildan, Siryan û Aşûriyan şer dikin, berdevkê wan Romywo Hekkarî got.

Erkê niştîmanî bang li van hêzan kir daku beşdariyê di rizgarkirina bajarokên dagîrkirî ji aliyê DAIŞ ve bikin, wî ji Diyaruna re got.

Ji ber trajedya, bêheqî û êşa ku bi serê Kiristiyan û Êzîdiyan li Mûsilê hat divê roleke mezintir a van pêkhateyan di dezgehên ewlekariya niştîmanî de di pêşerojê de hebe ji bo parastina xelkê van deveran, wî got.

" Kiristiyan bi-israr in ku vegerin bajarok û gundên xwe piştî ku rizgarkirin temam bibe," Hekkarî got.

Malbatên ku awareyî herêma Kurdî bûne dê bikaribin vegerin malên xwe her dema ku ji bombeyên bidestçêkirî werin paqijkirin, wî got jî.

Parlementerê Iraqî Elî Feyad got ku beşdarbûna hemû pêkhateyên civakî û etnîkî di şerê li dijî DAIŞ li Mûsilê de dê garantiyê bide yekîtî û hevgirtina welat.

"Ev pêkhate bi handaneke xurt ji bo rizgarkirina bajarok û gundên xwe û ji bo tolhildanê ji DAIŞ tevdigerin," wî ji Diyaruna re got, û bi hevahengiyê ligel artêşa Iraqî, hêzên federal û Pêşmerge tevdigerin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500