Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî li nêzî Mûsilê bicih dibin

Yekîneyên şer yên nû ji bo parêzgeha Nîneweyê hatin şandin weke beşekî ji operasyonên rizgarkirina Mûsilê ji kontrola "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), Wezareta Berevaniya Iraqê roja Duşemê (10ê Cotmehê).

"Artêş di amadekariyên êrîşa Mûsil de berdewam e û em dê ji nîşkave êrîşî dijim bikin û bilez wan bişkînin," berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Yekîneyên şerker ên taybet, ku rahênanên çirûpir li ser destê pisporên hevpeymaniya navdewletî wergirtine, ji niha ve ber bi Mûsilê ve diçin û dê heta destpêka operasyona rizgarkirinê li nêzî bajar bicih bibin, wî got.

"Artêşê çekên kompleks ji bo bidestanîna serkeftineke bilez û berçav li dijî DAIŞ wergirtine," wî anî ziman jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500