Nûçeyên Iraqê

Rûsiya du gemiiyên şer vedigerîne Deryaya Navîn

Rûsiya roja Çarşemê (5ê Cotmehê) got ku du ji gemiiyên wê yên şer divegerin daku tevlî hêzên xwe li Deryaya Navîn bibin di demekê de ku nerehetiyek ligel Emerîka derbarê Sûriyê derketiye holê.

Ev ragihandin piştî rojekê ji gotina Mosko ku xwedêgiravî wê S-300 sîstema moşekên berevaniya asmanî şande saziya deryayî li Tetrusê li Sûriyê.

Herdu gemiiyên şer ên corê Buyan -- Zelyonoy Dol û Serpuxov -- vegeriyan Deryaya Navîn piştî sipartineke pêştir li ser berava Sûriyê ku wan pêkanîna êrîşên bi moşkan li ser armancên li welat roja 19ê Tebaxê dîtin.

Berdevkekê komgemiyên Deryaya Reş ya Rûsiyayê ji ajansên nûceyan ên Rûsî re got ku ew gemî ji benderê xwe li Krîmiya roja Sêşemê ketine tevgerê de, weke beşek ji "gera plankirî" ya hêzên deryayî yên Mosko li herêmê.

Rûsiya di meha borî de got ku ew dê tek hilgira xwe ya balafirên asmanî jî bişîne herêmê ji bo zêdekirina piştgiriyê ji kampanyaya bombebarankirina li Sûriyê.

Çalakiyên herî dawî di demekê de tên ku hewilên vejandina agirbesta têkçûyî ji aliyê Waşington ve hatin sekinandin ji ber piştgiriya Mosko ji rejîma Şamê re.

Mosko bi bombekirina rojhilatê Helebê ku di bin kontorla opozisyonê de ye tawanbar e, herwiha ew piştgiriya êrîşên lidar ên hêzên rejîma Sûriyê yên ji bo girtina tevahiya duyemîn bajarê welêt tên pêkanîn dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500