Nûçeyên Iraqê

Serokê Komkara Erebî banga agirbesteke "lezgîn" li Helebê kir

Serokê Komkara Erebî Ehmed Ebu Xês roja Sêşemê (4ê Cotmehê) banga "agirbesteke lezgîn" li bakurê Heleba Sûrî kir ji bo gihandina alîkariya mirovî ji niştecîhan re, AFP ragihand.

"Çi li bajêr diqume... qirkirin e," Ebu Xêz ji civîna awarte ya nûnerên 22 endamên Komkara Erebî re li Qahîrê got.

Nirxandinên wî hat di dema ku hêzên rejîma Sûriyê li dijî serhildêran di şerên kolanan yên dijwar de di dilê Helebê de roja Sêşemê pêşve diçûn, piştî ku Emerîka got ku wê danustandin bi Rûsiya re li ser agirbestê ragirt.

Ebu Xêz got ji ber vê pêşketina herî dawî, welatên Erebî divê hewla peydakirina "agirbesteke lezgîn" ji bo Helebê bidin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500