Nûçeyên Iraqê

Opozîsona sûrîyayê bang dewletên Ereb dike ku têkilîyên xwe bi Esed re asayî nekin

Serokê opozîsyona Sûrîyayê Yekşemê (6ê Kanûna Duyem) bang li serokên Ereb kir ku pêwendîyên xwe bi hikûmeta Serokê Sûrîyayê Beşar Esed re venegerînin, û reşbînî û dilsarîya xwe ji ber xebatên berçav ên vegerandina rejîma Şamê bo sîwangeha Erebî anî ser ziman, li gorî AFP.

Paş çend salan ji pêwendîyên sar û nexweş, Îmarat meha borî dîsan balyozgeha xwe li paytexta Sûrîyayê vekir, û paşê dewleta Kendavê Behrên da ser şopa wê.

"Em matmayî ne ku birayên me di nava pêwendîyan de ne bi rejîmê re û dest bi vegerandina têkilîyên xwe dikin," serokê opozîsyonê Nesir Herîrî li Riyadê, li surgungeha ku ew lê dijî, ji nûçegihanan re ragihand.

"Em hêvî dikin ku birayên me, serokên welatên Ereb, dê xwe ji pişta gelê Sûrîyayê nedin alî," wî wiha got, û bang li wan kir ku biryarên xwe di ber çav re derbas bikin.

Dora heşt sal in ku ceng li Sûrîyayê gur e, dijberên rejîma Esed jî li rewşa kambax temaşe dikin, di demekê de ku rejîm hewle dide dîsan li ser pêyan raweste.

Bi piştevanîya Rûsya û Îranê, hikûmetê çekdarên opozîsyonên û komên dijberîyê ji rûberên berfireh ên Sûrîyayê derxistin, û aniha hikûmet dora du sêyekên xaka welat kontrol dike.

Komkara Erebî endamtîya Sûrîyayê di Mijdara 2011an de helawestin.

Piranîya welatên Kendavê balyozgehên xwe di sala 2012an de girtin.

Lê çend dewletên Ereb dixwazin ku têkilîyên xwe bi Esed re vegerînin paş ku hêzên serkeftinên yekalîker li ser zemînê pêk anîn, û rûbera karîgerîya xwe li ser welat berfireh kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500