Nûçeyên Iraqê

Eniya Fetih el-Şam kuştina serkêşê xwe di êrîşekê de li Sûriyê piştrast dike

Eniya Fetih el-Şam, ku berê şaxê Qa'îda bû li Sûriyê ku navê Eniya Nusra li xwe kirbû, roja Duşemê (3yê Cotmehê) piştrast kir ku êrîşeke asmanî yek ji serkêşên bilind ên girûpê kuşt piştî Pentagon got ku wê ew armanc kiriye, AFP ragihand.

Ehmed Selama Mebrûk, Mesriyekî ku navê wî yê kod Ebû Ferec e, "piştî êrîşeke asmanî ya hevpeymaniyê li rojavayê parêzgeha Idlib şehîd ket", girûpê di daxuyaniyekê de got.

Di sala 1956an de li taxên dûrî navendê bajarê Qahîre ji dayikbûye, Mebrûk weke serkêşekî Qa'îda yê xaneşînkirî û fermanderê Eniya Fetih el-Şam dihat naskirin.

Êrîşeke Emerîkayê li nêzîkê Idlib Mebrûk armanc kir, berdevkê Pentagon Peter Cook got, û ew bi "yek ji bilindtirîn serkêşên Qa'îda li Sûriyê û bermahiya girûpa terorîst ya Qa'îda yê ku peywendiyên wê ligel Usama bin Ladin hebûn wesif kir".

Lê belê berpirs hîn "nirxandina encaman didomînin" daku em bizanibin ma ew bi rastî hatiye kuştin di êrîşa asmanî de, Cook tekez kir.

"Mirina wî, eger rast be, dê têkiliyê di navbera serkêşên bilind û tundûtûj ên Qa'îda bisekinîne û binpê bike," wî di daxuyaniyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500