Nûçeyên Iraqê

Eniya Nusra peywendiyên xwe ligel Qaîda birîn

Sorkê baskê Sûrî yê Qaîda, Eniya Nusra, Ebû Mihemed el-Colanî, roja Pêncşemê (28'ê Tîrmehê) di vîdyoyekê de, ku cara yekemîn xwiya dibe, got girûpê pêwendiyên xwe ji tora terora navdewletî qut kirine.

Ev girtevîdyo ji aliyê televiziyona el-Cezîra ve hate weşandin piştî çend rojan ji gotegotên li dor veqetîna di navbera Qaida û peyrewê wê yê Sûrî, ew hevrêkê sereke yê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dixwaze xwe jê dûr bike bibe armaceke êrîşên asmanî yên bîyanî.

Colanî, ku cara yekem e derdikeve ser medyayê, got ku girûpê navê xwe ji Eniya el-Nusra veguhertiye Eniya Fetih el-Şam, û dê ew û hêzên sereke yên din li Sûriyê rêzên xwe yek bikin.

"Me biryar da ku xebata xwe di bin navê Eniya el-Nusra rawestînin û eniyeke nû bi navê Eniya Fetih el-Şam pêk bînin," wî got.

Colaniyê birih kû cilên leşkerî û şaşikeke seriyan li xwe kiribû, sipasya "fermandarên Qaîda li ser têgehiştina wan ji pêdiviya veqetînê re kir".

Wî soz da ku girûpa nû "tu têkiliyan ligel aliyên biyanî nedeyne".

Şirovekar dibêjin ku Eniya Nusra dixwaze navê xwe nû bike û xwe ji zêdebûna zexta ji aliyê Mosko û Waşingtonê ve biparêze piştî ku herdu aliyan li hev kir ku karên hevpar li dijî girûpên cihadî destpê bikin.

Waşingotn got ku tevî daxuyaniyê jî ew hîn Eniya Nusra weke xeterekê dibînin.

"Helbet tu sedem tune ne ku em bawer bikin kiryar anjî armancên wan ne wekhev in," berdevkê Wezareta Derve John Kirby got.

"Ew hîn weke rêxistineke biyaniya terorî tên hejmartin," Kirby got. "Em ji girûpan -- bi karên wan, ne bi çawahiya ew xwe bi nav dikin nêzîk dibin."

Di vîdyoyeke kurt de, Colanî, dû kesên bi rih li dora wî bûn, got ku armanca veqitandinê "parastina şoreşa Sûriyê ye" û dawîanîn li armanckirina Eniya Nusra ji aliyê civaka navdewletî ve ye.

Şîrovekar Charles Lister got ku yek ji zilamên li tenîşt Colanî rûniştî ne, serkêşekî berê yê Qaîda, Selame Mebrûk, ye.

"Roleke gelek girîng a Qaîda di dariştina vê pêşketinê de heye, û hizirkirin û dariştina wan ji stratejiyan re dê her faktorekî girîng ji Eniya Nusra bimîne," wî got.

"Dê her lidijî girûpên opozîsyonê yên miyanrew li Sûriyê be; dê her bi awayekî dijwar tayifgerî be, û dê her di dawiyê de bixwaze mîrnişîneke Îslamî li Şûriyê pêk bêne û her egera êrîşkirina li ser Rojavayê dê hebe," wî got.

Şîrovekar Aymenn Cewad el-Temîmî, pêşya daxuyaniya Colanî got "Serokatiya Navendî ya Qaîda piştevaniya bîroka beşdariya Eniya Nusra ya bi kûrahî di nav serhildana li Sûriyê de dike".

Qaîda, ku ji aliyî Usama bin Ladin ve hatiye damezrandin û Eniya Nusra di 2013'an xwe kir şopênerê rêbaza, zemîn bo ragihandina roja Pêncşemê xweş kir.

"Em bang li serokatiya Eniya Nusra dikin ku li gorî tiştê ku başiya Îslam û Misilmanan diparêze, û cîhada xelkê Sûriyê jî diparêze berdewam bike," Ehmed Hesen Ebû el-Xeyir, ku weke cêgirê serokê Qaîda Eymen el-Zewahirî tê naskirin, di tomareke deng de ku Eniya Nusra li ser enternetê belav kiriye got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500