Nûçeyên Iraqê

Lêkolîna NY ya derbarê çekên kîmawî li Suriyê bo yek mehê hat dirêjkirin

Encûmena Ewlekariyê ya NY meheke din da penela lêkolîna derbarê çekên kîmawî yên li Sûriyê hatin bikaranîn, daku ew karê xwe bidawî bike berpirsê êrîşên bi klorê di heyama şer de destnîşan bike, AFP roja pêncşemê (22ê Îlonê) ragihand.

Komîteya lêkolîna hevbeş bi rêveberiya NY meha borî ragihand ku hêzên rêjîma Sûriyê du êrîşên kîmawî di 2014an û 2015an pêk anîne û "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) gaza xerdelê weke çek bikar anîbû.

Dê komîte heta 31ê Cotmehê lêkolînan bidomine, NY got. Muhleta wê jî roja Înê bidawî dibû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500